Ebadî hinek welatan bi piştgirya terorê tohmetbar dike

Ajans-KDP.info- Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî beyî ku navê ti welatan bi lêv bike got hinek welat piştgirya rêxistinên radîkal û terorê dikin.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di civîneke çapemeniyê behsa rewşa Iraqê ya niha kir û wiha axifî: ‘‘Hindek welat hene bi awayekî eşkere piştgirya rêxistinên terorîst dikin.’‘ Lê Ebadî navê ti welatekî neanî ziman.
Ebadî li ser damezrandina Hêzeke Zêrevanên welat jî got: “Civîn û gotûbêjên me berdewam in li ser mijarê û pêwîst nake em yasayeke taybet derxînin ji bo damezrandina vê hêzê.’‘
Ev axaftina Ebadî piştî daxuyaniya Cîgire Serokê Amerîkayê John Biden hat ku gotibû, ‘‘Hevpeymanên me li Suriyê çek dane rêxistinen radîkal’‘ û ev daxwiyanî jî bûbû sedema reaksyonên zêde, bi taybetî Tirkiye û welatên kendavê ji vê daxuyaniyê aciz bûn.




