ENKS û PYDê pêkanîna hêzeke heveş li Hewlêrê gotûbêj dikin

Hewlêr-KDP.info- Jêderekî ji Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ragihand ku, roja duşemê ENKSê bo pêkanîna hêzek taybet bicive û roja piştre ligel PYDê bicive bo pêkanîna hêzeke hevbeş li Rojavayê Kurdistanê.
Jêdereke agahdar ji ENKSê ji KDP.info re ragihand ku, “Roja duşemê li Hewlêrê dê ENKSê bo pêkanîna hêzeke hevbeş ligel PYDê bicive, ku çawa wê hêzê pêkbînin û pêşmergeyên Rojavayê kurdistanê yên ku li herêmê katine perwerdekirin bi fermî bikin hêzên xwe.”
Wî jêderî wiha domand: “Lê eger aliyên nava ENKSê wan pêşmergeyan qebûl nekin, 3 partiyên mezin jî pêkanîna hêzekê hevbeş qebûl nakin, ku ew jî Partiya Pêşvero, Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) û Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê ne.”
Wî jêderî da zanîn ku, “Piştî civînê eger ENKSê pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê li xwe girt û qebûl kir dê roja sêşemê herdu encûmen, ENKSê û Encûmena Gel ya Rojava ya PYDê bo îmzakirina rêkeftinekê derbarê pêkanîna hêzeke hevbeş bo parastina Rojavayê Kurdistanê, li Hewlêrê bicivin.”
Ew jêderê ENKSê di wê baweriyê de ye ku tevî hatina PYDê bo Hewlêrê, “Dibe rêkeftin bê kirin, lê nayê bi cih anîn.”
Herwiha da zanîn ku, “Eger herdu encûmen rêkneketin jî, dê ew hêza hevbeş bê pêkanîn û dê taybet be bi Rojavayê Kurdistanê.”
Li gorî agahiyan, pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê yên ku li herêmê tên perwerdekirin ji 3 hezar û 500 kesî ku hemû xelkên Rojava ne pêk tê.




