26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Hêza me hebe emê bi balafiran biçin Kobanê biparêzin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî red dike ku Herêma Kurdistanê di piştevaniya Kobanî de kêmtirxemî kiribin.

Serok Barzanî di hevpeyvaniyekê de ligel bernameya “Bi eşkere” ya televizyona SKYnews de, ragihand ku, dorpêçkirina bajarê Kobanê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve rê li pêşiya gihandina hevkariyan bo bajar girtiye.

Serok Barzanî wiha domand: “Eger ew hêza me hebe û ji destê me bê, emê karibin balafiran û bi lez hevkariya Kobanê bikin.”

Serok Barzanî da zanîm ku, “Welatên rojava li dijî DAIŞê hevkariya Herêma Kurdistanê kirin ji bo parastina asayîş û aramiya Kurdistanê û çend sedemên din yên leşkerî û siyasî.”

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî amaje bi wê yekê kir, ku ew di wê baweriyê de bûn ku dema DAIŞê ji Hewlêrê nêzîk bibe wê Tirkiyeyê piştevaniyeke mezin pêşkêşî Kurdistanê bike.

Serok Barzanî di wê bernameyê de derbarê referandûmê bo veqetandina Herêma Kurdistanê ji Iraqê, wiha got: “Em jê venagerin lê niha şerê li dijî DAIŞê di serî de tê.”

Serok Barzanî  hevdem pabendbûna Herêma Kurdistanê bo hemahengiya Hikûmeta Iraqê tekez kir, ew jî tevî wan têbîniyên kurdan ji vê pirsê.

Seat 10ê şeva yekşemê dê bernameya “Bi eşkere” ya Zêna Yazecî bê weşandin li televîzyona SKYnews de.

Nûçeyên têkildar