Mesrûr Barzanî xwendevanên yekemînên peymangeha Teknîkî xelat kir
Duhî roja çarşemmê li Peymangeha Teknîkîya herêma Kurdistanê û bi amadebûna serokê desteya peymangeha Teknîkî D. Kesro Gelalî û endamên encumena Peymangeha Teknîkî, xelat û rêz lê anîna birêz Mesrûr Barzanî ji alîyê nûnerê wî Muhemmed Sabir ve hat dîyarîkirin.
Di dêrendazeyekê de Sabir ji bilî gihandina rêz û silav û nirxandina ewên westîyane di vê helkeftê de, rêz lê anîn û xelat gihande xwendevanên evê peymangehê, ji alîyê xwe ve D. Kesro Gelalî sipasîya birêz Mesrûr Barzanî kir bo vê çendê kir û weha da nîşand dan, ku cihê şanazîyê ye îro kak Mesrûr Barzanî bi rêya nûnerê xwe pişkdarî digel me dike bo bilind nirxanidna serkeftina xwendevanan.
Ji alîyên xwe ve ew xwendevanên ku rêz li wan hatine kirin, sipasîya xwe bi rêya nûnerê Mesrûr Barzanî bo evê helwestê kirin û weha jî dan nîşandan ku ev rêz lê anîna han ji me re gelekî bi nirxe û wateyeka wê mezin heye.




