26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Endamekî PDKê emê dengê Kobanê bighînin civaka navneteweyî

Çavkanî: KDP.info

Kerkûk-KDP.info- Êrişên rêxistina terorê yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAİŞ) bo ser bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê, li Kerkûkê hatin şermezarkirin.
Hinek saziyên civakî yên sivîl ligel hejmarek parlamenter li ber ofîsa Parlementoya Iraqê ya Kerkûkê civiyan û li vir êrîşên DAİŞ’ê yên ser Kobanê şermezar kirin.
Rizgar Hecî Heme li ser navê komê daxwiyaniyek da û got: “Ji bo li Kobanê jî wek Enfal û Helebceyê komkujî çênebe, divê yekser tedbîr bên wergirtin û raya giştî ya navneteweyî bêdeng nemîne.”
Endamê Parlamentoya Iraqê ser bi Lîsteya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Şaxewan Ebdullah jî tekez kir ku ew dê wek parlamenter û nûnerên Kerkûkê dengê Kobanê bighînin civaka navneteweyî.

Nûçeyên têkildar