26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokkomarê Iraqê banga hevkariyê bo Kobanê kir

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Serokkomarê Iraqê Fuad Mehsûm derbarê êrîşên ser Kobanê de daxuyaniyek da û bo Kobanê banga alîkariya lezgîn ji raya giştî ya navneteweyî kir. Mehsûm bibîr xist ku ketina Kobanê ji bo ewlekariya Iraq û Sûriyê jî metirsî ye.

Serokkomarê İraqê Fuad Mehsûm ji civaka navneteweyî xwest ku Kobanê ji êrîşên terorîstên DAIŞ’ê biparêzin û got: “Divê bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ji metirsî û êrişên çekdarên DAIŞ’ê bê parastin û nehêlin Kobanê bikeve bin kontrola terorîstan.”

Fuad Mehsûm bal kişand ser girîngiya Kobanê û diyar kir ku eger Kobanê bikeve wê bi xwe re encamên xirab bîne û axaftina xwe wiha qedand: “Ketina Kobanê wê bandoreke nerênî li rewşa ewlekariya Iraq û Sûriyê bike.’‘
 

Nûçeyên têkildar