Piştî lêdana çeperên wan..Tevgera DAIŞê li Daqûqê kêm bûye

Daqûq-KDP.info- Rêveberê Asayîşa Daqûqê ragihand ku, ev sê roj tê gotin ku çekdarên DAIŞê hêza xwe li wî sînorî kom dike, lê şevê din balafirên şer yên hevpeymaniya navdewletî bi giranî li çeperên wan dan û 13 kes ji wan kuştin û birîndar kirin û niha rewş aram e û tevgera wan nemaye.
Pola Ehmed, Rêveberê Asayîşa Daquqê ji KDP.info re ragihand ku, “Heta duh jî liv û tevgera çekdarên DAIŞê li devera Daquqê hebû, lê piştî bombebarankirina ser çeperên wan ji aliyê balafirên hevpeymaniyê 3 terorîs hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn.”
Muqedem Pola Ehmed wiha got: “Ev sê roj tê gotin ku çekdarên DAIŞê hêza xwe li wî sînorî kom dike, lê şevê din balafirên şer yên hevpeymaniya navdewletî bi giranî li çeperên wan dan û ew bêdeng kirin û niha ez li Daquqim û navçe aram e û ti tevgera wan nemaye.”
Rêveberê Asayîşa Daquqê da zanîn ku, “Ew hêzên DAIŞê yên ku li sînorê Daquqê hene, tenê bo berevaniyê ne û ne ji bo êrişan e. Ji ber ku wek ew dibêje hêzekî kême.”
Muqedem Pola Ehmed di dawiya gotina xwe de wiha got: “Hêzek mezin ji Hêzên Pêşmerge jî li wê deverê ne û çekên giran jî destê wan de ne. Lê eger hêzeke mezintir hebe dê baştir be, ji ber ku sînoreke stratîjîke bo parastina Kerkûkê.”




