26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Pentagon: Pêwîstî bi operasyonên bejayî li Kobanê heye

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Wezareta Bergirî ya Amerîka (Pentagon) ragihand ku, operasyonên ezmanî yên li dijî rêxistina DAIŞ’ê pêşketina wê rêxistinê ber bi bajarê Kobanê ve ranawestîne.

Berdevgê Pentagonê John Kirby diyar kir ku, operasyonên ezmanî yên ku hevpeymaniya navdewletî li dijî rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal, ku bi navê DAIŞê tê naskirin, li nava bajarê Kobanê û derdora wê encam dide “Wî bajarî rizgar nakin.”
John Kirby amaje bi pêwîstiya hebûna operasyonên bejayî li Kobanê kir, da ew bajar nekeve bin destê DAIŞê û got: “Em bi hemû şiyana xwe kar dikin ji bo ragirtina pêşveçûna DAIŞê ber bi Kobanê ve, lê operasyên ezmanî bi tenê ne besin da wan rawestîne.”
Navborî amaje kir ku, dê DAIŞ berdewam be li ser kontrolkirina rûberek zêdetir li Sûriyê û Iraqê, balkişande ser wê yekê ku stratrejîka Amerîkayê ewe ku, li ser çend qonaxan karîn û şiyana DAIŞê qlis bike û pêgehên wê yên sereke bombebaran bike.
Ji 15ê Îlona burî ve, çekdarên DAIŞê bi çekên giran êrîş birine ser herêma Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê û gundewarên wê herêmê dagîr kirin û derbasî taxên rojhilat, rojhilatê başûr ên bajar bûne û şer û pevçûnên giran di navbera wan çekdar û şervanên Kurd de berdewamin.
 

Nûçeyên têkildar