26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Kerry: Operasyonên asmanî bi tenê Kobanê rizgar nakin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Derve yê Amerîkayê Jhon Kerry ragihand ku, Amerîka gelekî dilgirane li hemberî rewşa bajarê Kobanê û navbirî têkest kir ku mebesta serekî ya bombebarankirina Amerîka û Hevpeymanên ji lêdana bargehên serekî yên girîng yên çekdarên DAIŞê pêk tê.

Kerry wiha got: “Biryar e Jhon Alin Fermandarê Cîbicîkar yê hêrişên hevpeymanan bo ser çekdarên DAIŞê roja Pêncşemê dê serdana Tirkiyeyê bo gengeşekirina meseleya çawaniya danûstanên Tirkiye ligel bûyerên nêzîkî sînorê wê welatî bike.”

Derbarê diyarkirina herêmekê li Başûrê sînorê Tirkiye jî Wezîrê Derve yê Amerîka got: “Em dixwazin lêkolînê derbarê wê mijarê de bikin.”
Jhon Kerry ragihand: “Ew operasyonên asmanî li dijî DAIŞê li derdora Kobanê bi tenê wî bajarî rizgar nakin.”

Nûçeyên têkildar