Şer û pevçûn navbera kurdên êzîdî û Selefiyan de derket

Hamburg-KDP.info- Şeva bûrî nêzî 400 kurdên êzîdî bi armanca şermezar kirina hêrişên çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq – Şamê (DAIŞ) bo bo ser Kobanê li nêzîkî mizgeftekê ya bajarê Hamburg`ê civiyan lê di navbera wan û Îslamiyên tundrew şer û pevçûn derketin.
Îro berpirsên Almanya ragihandin ku, şeva bûrî hêzên polîs av bi kar anî bo bidawîkirina şer û pevçûnên navbera xwenîşanderên kurdên êzîdî û Selefiyan li bajarê Hamburg ya Almanya ku di encam de 14 kes birîndar bûn û 22 kesên din jî hatin desteserkirin.
Polîsê Almanya ragihand ku, piştre Kurd û Îslamiyên tundrew li hev ketin û di encam de 14 kes birîndar bûn û 22 kesên din jî hatin desteserkirin bi bêyî ku bê aşkere kirin ku ew Kurd bûn ya Îslamiyên tundrew bûn û amaje bi wê yekê kir ku wan dest girtiye bi ser hejmareke zor ji Kêr û daran.
Di bûyereke din de li bajarê Sîl ya li Bakurê Almanya şerek di navbera xwenîşanderên Kurd grûpeke tundrewên Îslamî ya Çîçanî de derket ku di encam de 5 kes û 4 polsî birîndar bûne.




