26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Nûnerê NY: Pêwîst e civaka navdewletî Kobanê biparêze

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffan de Mistura daxwaz ji civaka navdewletî kir ku bajarê Kobanê ji êrişên terorîstên DAIŞê biparêze.

Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mîstura di daxuyaniyekê de ragihand ku Kobanê bi derfetên kêm li hember DAIŞ xwe diparêze û xwest civaka navneteweyî bikeve nav tevgerê.

Mîstura di daxuyaniya xwe de diyar kir  ku Kobanê 3 hefte ne di dorpêça çekdarên DAIŞê de ye û Kurdên li wir “Bi çekên sivik û cesareteke mezin xwe diparêzin.” 

Mîstura wiha got: “Kobanê tê ber pêvajoya ku êdî nikare xwe biparêze. Ew tenê bi çekên normal xwe diparêzin. DAIŞ bi tank û topan êriş dike. Pêwîst e civaka navnetewyî Kobanê biparêze. Civaka navneteweyî nikare bibe temaşevan ku bajarekî din bikeve destê DAIŞ.”

Mîstura ev bang kir, “Eger DAIŞ Kobanê bi dest bixe em ê û hemû cîhan pir poşman bibin. Pêwîst e em demldest bikevin nav tevgerê.”
 

Nûçeyên têkildar