Balafirên hevpeymaniyê li nava Kobanê li DAIŞê didin

Kobanî-KDP.info- Li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê şer û pevçûn di navbera şervanên Kurd û çekdarên rêxistina DAIŞê ya radîkal de berdewamin, balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî jî pêgeh û otombîlên çekdarana li nava bajarê Kobanê bombebara dikin.
Ji 15 îlona borî ve, çekdarên rêxistina DAIŞê bi çekên giran û hezaran çekdar êrşî birine ser herêma Kobanê, piştî dagîrkirina derdora 380 gundên Kobanê niha li taxên bajar şerê kolanan dest pêkiriye.
Hat ragihandin ku, balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî pêgeh û otombîl û alavên leşkerî yên DAIŞê li nava bajarê Kobanê bombebaran dike.
Ev yek di demekê de ye ku îro, 8ê Cotmehê, balafirên hevpeymaniya navdewletî operasyoneke dijwar li dijî çekdarên DAIŞê liser girê Mişte Nûr ê Kobanê bombebaran kirin, ligor çackaniyên ewlekarî û medyayî ev operasyona dawî yek ji bandortirîn operasyon bû li dijî pêgehên rêxistina navborî.




