Parlamentoya Kanadayê biryara pêkanîna êrişên asmanî pesend kir

Ajans-KDP.info- Welatê Kanadayê jî biryar da ku operasyonên asmanî li dijî DAIŞê li Iraqê pêk bîne.
Parlamentoya Kanadayê bi piraniya dengan pêkanîna operasyonên asmnî li dijî DAIŞê li Iraqê pejirand. Ev yek jî li ser daxwaza Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hat.
Tevî ku hêzên dijbereya Kanadayê ji vê biryarê nerazî bûn. Lê parlamentoyê bi 157 dengan li hember 137 dengên nerazîbûnê, ew biryar pesend kir.
Serokwezîrê Kanadayê Stephen Harper piştî pejirandina wê birayarê wiha got: “Eger gef û êrişên DAIŞê niha neyên çareserkirin dê bibin gef li ser hemû cîhanê, lewma welatê me jî dê şerê DAIŞê bike.”




