Wezareta Navxwe: Kesên ku îro êriş kirin dê cezakirin..Em rê nadin çêbûna tevliheviyê

Hewlêr-KDP.info- Rêveberê Polîsên Hewlêrê ragihand ku, hemû ew tawanbarên ku îro derketin xwepêşandanê bi awayekî ne yasayî û êriş kirin ser polîs û rojnamevanan dê bên girtin û cezakirin.
Ebdulxaliq Telet Osman, lîwayê mafperwer, rêveberê polîsên parêzgeha Hewlêrê ragihand ku, “Mixabin îro çend kesan di xwepêşandana bi henceta piştevaniya Kobanê êriş kirin ser berdevkê polîsên Hewlêrê û ew birîndar kirin.”
Rêveberê polîsên parêzgeha Hewlêrê wiha domand: “Hêzên asayîşa navxwe qet rê nade çêbûna tevliheviyê. Her kesek destê xwe dirêj bike ser welatiyan dê li gorî yasa mamele ligel wî bê kirin û rastî cezayê bê.”
Ebdulxaliq Telet Osman wiha got: “Ew kesên ku îro êriş kirin ser berdevkê Polîsên Hewlêrê Raîd Karwan Ebdulkerîm dê bên cezakirin. Em wek Wezareta Navxwe bi hûrî li sedem û destên pişt vê êrişê bikolin.”




