26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Raîd Karwan û tîma Rûdawê dan ber kêran..Destek li pişt vê bûyerê ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Rêveberê ragihandina polîsên Hewlêrê dibêje, êrişa îro di xwepêşandana piştgiriya Kobanê de li ser rojnamevanan bi mebest bû, ji ber ku ti pêwendiya wê bûyerê ligel sedema xwepêşandanê nebû.
Raîd Karwan Ebdulkerîm rêveberê ragihandina Polîsên Hewlêrê ji KDP.info re ragihand: “Îro di dema birêveçûna xwepêşandanekê de bi piştevaniya Koabanî, çend xortan xwestin xwepêşandanê tê bidin û bi aliyekî dî de bibin. Wan xortan êrişkirin ser rojnamevanên televîzyonekê û me jî wek polîs me ew rojnamevan ji nava destê wan rizgar kirin. Piştre bi daran li me dan û serê min bi giranî şikenandin.”
Derbarê rewşa xwe ya tendirûstî, Raîd Karwan Ebdulkerîm wiha got: “Tendirûstiya min baş e, bi ti awayekî em nahêlin kes êriş bike ser rojnamevanan û emê wan biparêzin.”
Raîd Karwan Ebdulkerîm wiha domand: “Ev karên ku îro hatin kirin ne exlaqê kurdan e. Ez dizanim çend xortan bi armanc ew kar kirin, ji ber ku ti pêwendiya wê bûyerê ligel sedema xwepêşandanê nebû.”
Rêveberê ragihandina Polîsên Hewlêrê amaje bi wê yekê kir ku, “Ti kes nehatiye girtin û ew gilî li ser ti kesî tomar nake û dê wan xortan efû bike.”
Bi gotina Raîd Karwan Ebdulkerîm:  “Destek li pişt wî karî heye, ji ber ku ti pêwendaiya sedema xwepêşandanê bi êrişa wan xoran nebû.”

Nûçeyên têkildar