26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Em bi pêşrewiyên pêşmerge serbilindin..Pêdiviya me bi çekên giran heye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel heyeteke Kongressa Amerîkayê civiya û di wê hevdîtinê de eşkere kir ku Kurdistan bi pêşrewiyên Hêzên Pêşmerge li hember terorîstên DAIŞê serbilinde û daxwaz ji Amerîkayê kir daku piştgîrî û hevkariyên xwe bo Kurdistanê bidomîne û êrîşên xwe yên bo ser terorîstên DAIŞê jî berfiretir bike û tekez li ser wê yekê kir ku Hêzên Pêşmerge pêdiviya xwe bi çekên giran heye.

Îro li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya heyeteke Kongressa Amerîkayê bi Serokatiya Stephen Lich kir.
Di hevdîtinê de Kongressmanê Amerîkayî kêfxweşiya xwe ya li hember serdana xwe bo Kurdistanê diyar kir û got: “Xwestekeke gelek zêde li cem Kongressmanên her du partiyên nava Kongressa Amerîkayê bo serdan kirina Kurdistanê heye û dixwazên werin Kurdistanê daku rewşa Kurdistanê bi çavên xwe bibînin.”
Lich di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa rola Kongressmanên Amerîkayê bo hevkarî kirina Kurdistanê li dijî terorîstên DAIŞê kir û ragehand ku niha li ser asta cîhanî Kurdistan nav û dengeke gelek baş der kiriye û hêjayê hevkarî kirinê ye jiber ku hevpeymanekî gelek baş ya Amerîkayê ye û ew yek îsbat kiriye ku kariye heta niha kemenetewên olî û etnîkî biparêze û rêz ji mafên mirovan bigre û ew hewldanên han yên Kurdistanê gelek girîngin û weke nimûneyek xwe nîşan dane.
Di berdewamiya hevdîtina han de behsa rewşa meydanî, leşkerî û însanî ya Kurdistanê hate kirin û Serokwezîrê Kurdistanê bi kurtî behsa pêşrewiyên hêzên pêşmerge li hember terorîstên DAIŞê û herwiha bara giran ya darayî û îdarî û însanî yaku di encama şerê dijî DAIŞê de serî hildaye û herwiha behsa nedana pereyên Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Îraqê û bandora vê yekê li ser Kurdistanê kir.
Nêçîrvan Barzanî herwiha spasiya gel û hikûmeta Kurdistanê jî pêşkêşî gel û hikûmeta Amerîkayê kir jiber ew hevkarî û piştgîriyên ku pêşkêşî Kurdistanê kiriye.
Serowezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku Kurdistan bi pêşrewiyên Hêzên Pêşmerge li hember terorîstên DAIŞê serbilinde û daxwaz ji Amerîkayê kir daku piştgîrî û hevkariyên xwe bo Kurdistanê bidomîne û êrîşên xwe yên bo ser terorîstên DAIŞê jî berfiretir bike û bo dubare organîze kirina hêzên pêşmerge hevkariya hikûmeta Kurdistanê bike û tekez li ser vê yekê kir ku Hêzên Pêşmerge pêdiviya xwe bi çekên giran heye.
Di berdewamiya hevdîtina han de behsa rewşa Penaberên heyî yên li Kurdistanê û pêdiviyên wan û çawetiya hevkarî kirina wan hate kirin û Nêçîrvan Barzanî daxwaz kir ku zêdetir hevkariya Kurdistanê were kirin daku bikarêbe zêdetir hevkarî û xizmeta wan penaberan bike û herwiha daxwaz ji saziyên medenî yên Amerîka û welatên dost kir daku zêdetir hevkariya wan penaberan bikin.
Rewşa Sûriya û herwiha prosesa siyasiya Îraqê û pirsa beşdarî kirina hikûmeta Kurdistanê di hikûmeta nû ya Îraqê de çend babetên din yên civînê bûn û her du alî nêrînên xwe yên taybet bi wan mijaran anîn ziman û Serokwezîrê Kurdistanê tekez li ser vê yekê kir ku hikûmeta Kurdistanê vê beşdariya hikûmeta nû ya Îraqê dike daku bi vê rengî hevkariya hikûmeta Îraqê bike bo ku bikarêbe kêşeyên heyî çareser bike û Kurdistan hertim tekez li ser vê yekê kiriye ku lazime kêşeyên heyî bi rêya diyalog û danûstandinan werin çareserkirin.
 

Nûçeyên têkildar