Şêxê hoza Şemer ji bo rizgarkirina Rebîeyê destxweşî û pîrozbahiyê li Serok Barzanî kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Şêxê hoza Şemer kir û di wê hevdîtinê de Şêxê hoza Şemer ji bo rizgarkirina Rebîeyê û çendîn gund û navçeyekî berfirehê wan deveran destxweşî û pîrozbahiyê li Serok Barzanî kir.
Îro sêşem 07.10.2014 Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Şêx Abdullah Hemêdî Ecîl Elyawer Şêxê hoza Şemer û şandekî pêre kir.
Li hevdîtinê de serkeftinên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya li eniya Rojavaya Dîcle hate nirxandin û Şêxê Hoza Şemer ji bo rizgarkirina Rebîe û çendîn gund û navçeyekî berfirehê wan deveran destxweşî û pîrozbahiyê li Serok Barzanî kir û li têkşikandin û derperandina terorîstên DAIŞê li eniya Rebî'e spasî qehremaniya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê jî kir.
Her wiha li vê hevdîtinê de her dû aliyan tekez li ser peywendiya dîrokiya di navbera pêkhatên neteweyî û oliyên navçeyê kirin û Serok Barzanî wê yekê xisterû ku teror û kirdarên terorîstan nikarê peywendiya di navbera pêkhatên navçeyê têkbide.
Li beşekî dinê vê hevdîtinê de tekez li wê yekê kirin ku ji bo rizgarkirina hemû navçeyê ji destê terorîstên DAIŞê pêwîste karên hevbeş berdewam bê û wê yekê jî dûpat kirin ku pêwîste xelkê navçeyê erkê birêvebirina deverên xwe bigrin li stuyên xwe.




