26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî bo civaka navdewletî: Bi hewara xelkê Kobaniyê û penaberan ve biçin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaz ji welatên beşdarbûyê hevpeymaniya şerê dijî DAIŞê dike ku hevkariya xelk û xebatkarên Kobanî bikin.

Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê Dr. Fuad Husên daxuyaniyek derbarê rewşa bajarê Kobaniyê belav kir. Ev jî tekesta wê ye:

Serokayetiya Herêma Kurdistanê her li destpêka êrîşa terorîstên DAIŞê ya li ser Kobanê, palpiştê Kobanê û xelkê Rojavayê Kurdistanê bûye û Serok Barzanî gelek ji nêzîk ve duvdaçûna rewşa koçberan û rewşa Kobanê kiriye û ji 19.10.2014 li peyamek da daxwaz ji civaka navdewletî kir ku Kobanê ji êrîşa terorîstan biparêzin û êrîşa DAIŞê ya li ser Kobanê bi giştî li dijî gelê Kurd wesif kir.


Piştî rûdanên çend rojên derbasbûyî û zêdetirbûna êrîşa terorîstên DAIŞê ya li ser Kobanê birêz Serokê Herêma Kurdistanê tekez li heman helwestê dike û daxwaz ji welatên beşdarbûyê hevpeymaniya şerê dijî DAIŞê dike ku hevkariya xelk û xebatkarên Kobanê bin, ji bo berengarbûna hêzên rêxistina terorîstî ya DAIŞê.
Serok Barzanî daxwaz ji civaka navdewletî dike bi hanaya xelkê Kobanê û penaberan ve biçin ku ji ber tehdîda DAIŞê xwe spartine aliyê dinê sînor.


Li vê rewşa nebaş ya Kobanê têketiye Serokayetiya Herêma Kurdistanê û gelê Kurdistanê palpişt û hevpeymanê xuşk û birayên xwe yên li Kobanê û Rojavayê Kurdistanê ne.


Dr. Fuad Husên
Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê
07.10.2014
 

Nûçeyên têkildar