Serok Barzanî peyameke pîrozbayî bi boneya Cejna Qurbanê pêşkêş kir

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi minasebeta hatina cejna qurbana pîroz peyameke pîrozbayî pêşkêş kir û tê de ragihand ku, ew şer bo Kurdistanê şerê man û nemanê ye li hember hêzek ku pêştir artêşên du welatan têkşikandiye.
Ev jî tekesta vê ye;
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi minasebeta hatina cejna qurbana pîroz, pîrozbayiyên xwe pêşkêşî xelkê Kurdistanê û tevahiya part û aliyên siyasî, tevahiya misilmanên Îraq û cîhanê dikim.
Pîrozbayî şerefê parastin û qurbanîdanê li malbetên ew şehîdên serbilind û pêşmergeyên qehreman dikim ku bi canê xwe yê pîroz Kurdistan û nirxên pîroz yên mirovatî diparêzin.
Cejna îsal di demekî deye ku gel û welatê me rastî şerekî çarenûssaz bûye û li hember terorîstan jî pêşmergeyên qehreman rojbiroj serkeftinên mezintir bidest dixin, ew şer bo Kurdistanê şerê man û nemanê ye li hember hêzek ku pêştir artêşên du welatan têkşikandiye û pêşkeftîtirîn çekên ew du artêşên han bo êrîş kirine ser Kurdistanê bikar aniye lê pêşmergeyên can li dest yên Kurdistanê karîn sîngên xwe bikin mertal û di piraniya eniyan de terorîstan têk bişkînin.
Hêzên pêşmerge yên Kurdistanê niha bi nuneratiya tevahiya cîhanê şerê wan hêzên terorîst dike û jiber bawerî û girêdayî bûna me bi nirxên pîroz yên bihevre jiyana aştiyane û baweriya me bi demokrasî û azadî hevpeymaniyeke navnetewî bo piştgîrî kirina me hatiye damezrandin û niha jî ew hevpeymaniya han hewldanên xwe yên bo ji nav birina terorîstan zêdetir kiriye.
Hêvî dikim ev cejna han bibe sedema serkeftina zêdetir ya gelê me û Kurdistan hertim pêşkeftî, awedanî û aramî de be.
Serokê Herêma Kurdistanê
Mesûd Barzanî
3.10.2014




