26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Ew aydiyolojiyaya tundrew ti pêşerojeka wê li Kurdistanê nîne

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Bi helkefta hatina cejna Qurbanê Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Civata Asayişa Herêma Kurdistanê peyamek belav kir û tê de cejna Qurbabê li Serok Barzanî û malbatên şehîdan û pêşmergeyên qehreman pîroz dike.

Mesrûr Barzanî di wê peyamê de ragihand ku ew aydiyolojiyaya tundrew ti pêşerojeka wê li Kurdistanê nîne û tekez kir ku, û Kurdistan piştî her bûyerekê ber bu aramiyê û pêşketinên bêhtir diçe.

Ev jî deqa peyama wî ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan..

Bi helkefta hatina Cejna Qurbanê ya pîroz, cejna Serok Barzanî û malbata serbilindên şehîdên Kurdistanê û pêşmergeyên qehreman û tevahiya karmendên Civata Asayîşa Herêma Kurdistanê û dezgehên asayîşê û polîs û misilman û xelkê Kurdistanê dikim.

Cejna vê sale di demekê de hat ku Kurdistan şûna hemû cîhanê şerê terorîstên DAIŞê dike, ev yek ji aliyekî ve şanaziye û ji aliyekî dî ve, ew piştevaniyên civaka navdewletî bo Kurdistanê belgeha siyaseta rast û dirust ya serkirdayetiya siysasî ya Kurdistanê ye, ku Kurdistan beşeke ji cîhana azad û pêşerojeke geş li pêşiya wê ye.

Hevdem em xelkên Kurdistanê piştrast dikin ku ew ew aydiyolojiyaya ku li dijî hemû mafekî mirov û olî ye, ti pêşerojek jêre li Kurdistanê nîne û Kurdistan piştî her bûyerekê ber bu aramiyê û pêşketinên bêhtir diçe.

Careke din pîrozbahiyê li hemû aliyekî dikim û sere xwe bo şehîdên Kurdistanê dadixim û hêviya selametiya bilez ji birîndaran re dixwazim.

Mesrûr Barzanî
Şêwirmendê Civata Asayişa Herêma Kurdistanê
 

Nûçeyên têkildar