Ismaîl Beşîkçî: Dem hatiye ku Kurd bibin xwedî dewlet

Hewlêr-KDP.info- Nivîskar û civaknasê Tirk Dr. Ismaîl Beşîkçî di semînerekê de ragihand ku, îro ew dem hatiye ku Kurd bibin xwedî dewlet
Îro li salona Bundes Presse Haus a Berlînê bi amadebûna hejmarek nûnerên dezgahên ragehandinê û hinek akademisyen û nûnerên saziyên Kurdî û Elmanî bi serpereştiya Una-Kurd Dr. Ismaîl Beşîkçî liser rewşa Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata navîn semînerek da.
Di axaftina xwe de Beşîkçî bal kişand ser rewşa Kurdan û got: “Pirsa Kurdî ew e ku li Rojhilata Navîn dewleteka Kurdistanî nîne, ji bo wê jî rastî kêşeyan tên, Kurdistana ku hebû hat parvekirin liser Împeratoryetên Îran û Osmaniyan, ji wê demê ve ne aştî heye ne jî jiyaneke pêkve û wekhev, wê demê hewldana jinanav birin û tunekirina Kurdan hat kirin û xistin rewşeke aloz û kambax.”
Dr. Beşîkçî behsa Başûrê Kurdistanê kir û di axiftina xwe de Helebce û Şengal wek mînak dan û wiha axifî: “Li Başûrê Kurdistanê li bîra me tê dema karesata Helebce çêbû û bi hezaran hevwelatî bûn qurbanî, niha jî dubare dibe û li devera Şengalê ew karesat çêbû û rê li serxwebûn û aştiya Kurdan tê girtin.”
Beşîkçî wiha got: ‘‘Di sed sala 20an de hinek welatên nû li Rojhilata Navîn çêbûn û çendîn şoreşên din jî hatin kirin û di encam de her dewleteke Kurdî ava nebû, îro jî ew dem hatiye ku Kurd bi bin xwedî dewlet.”
Basenews




