26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Faransa hevkariyên xwe bo Pêşmerge zêdetir dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Fransa dixwaze hêza xwe li Iraqê bihêztir bike û hevkariyên xwe bo hêzên bejayî bi taybetî Hêzên Pêşmerge zêdetir bike.

Serokatiya Fransayê di daxuyaniyekê de ragihand ku, bi armanca bihêzkirina hêza Fransayê li Iraqê, wê artêş balafirin din bişîne Urdin û Kuwêtê da ku ji nêzîk ve li DAIŞê bidin.

Hat zanîn Fransa dixwaze bi hemû awayên leşkerî hêza xwe li Iraqê zêde bike, hem çek û balafiran bişîne û hem jî serbazan bişîne.

Jêderekî ji Wezareta Parastinê ya Fransayê di daxuyaniyekê de ragihnad ku, Parîs dixwaze hevkariyên xwe bo hêzên bejayî li Iraqê zêdetir bike bi taybetî Hêzên Pêşmerge yên ku bi rastî li ser erdê şerê DAIŞê dikin.

Nûçeyên têkildar