26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Welatê Danîmarka jî balafirên şer dişîne Iraqê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Parlamentoya Danîmarkayê pêşniyara hikûmeta wî welatî ji bo şandina balafirên şer ên F-16 bo şerê li dijî DAIŞê li Iraqê pesend kir.

Hikûmeta Danîmarkayê beriya niha daxwaz ji parlamentoya wî welatî kiribû tezkereya şandina balafirên şer ên F-16 bo şerê li dijî DAIŞê li Iraqê pesend bike.

Parlamentoyê jî tezkere bi 94 dengên erê li hember 9 dengên na pesend kir. Di civînê de 76 endamên parlamentoyê jî beşdar nebûn.

Herwiha hat gotin, balafirên Danîmarkayê tevlî operasyonên Sûriyê nabin.

Li gorî tezkereyê, balafirên şer ên Danîmarkayê dê li Kuwêtê rabin û li çeperên DAIŞê yên li Iraqê bidin. Ji bo operasyonên 140 leşker dê bên erkdarkirin û 120 pisporên leşkerî yên Danîmarkayê jî dê hêzên Pêşmere û artêşa Iraqê fêr bikin.
 

Nûçeyên têkildar