DAIŞê ji Kobanê nêzîk bûye..1000 penaberên Kobanê li ser sînor dorpêç kirine

Kobanî-KDP.info- Piştî dorpêça çend rojan, çedarên DAIŞê karîn nêzîkî bajarê Kobanê bibin û destê xwe deynin ser dergeyên bajêr. Jêderekî jî ragihand ku wan çekdaran destê xwe danîne ser radyoya Kobanî FM.
Çalakvanê bi navê Mistefa Ebdê ragihand ku, şervanên Kurd hîna berevaniyê di ber Kobanê de dikin, lê çekdarên DAIŞê pir ji bajar nêzîk dibin, ew jî piştî dagîrkirina 400 gundên herêma Kobanî.
Derbarê karîna şervanên kurd di berevaniya di ber Kobanê de, Ebdê wiha got: “Şervanên YPGê û yên xwebexş bi mêrane berevaniyê di ber bajarê Kobanê de dikin û riyên bajar girtine.”
Jêderekî jî KDP.info re ragihand ku, “DAIŞê îro ji aliyê helince destê xwe danî ser deriyê sereke yê bajar û 5 rokêt avêtin nava Kobanê, vê yekê jî hişt xelkên wan taxên ku top li wan ketin, berê xwe bidin Bakurê Kurdistanê.”
Wî jêderî da zanîn ku, Hevdem çekdarên DAIŞê destê xwe danîn ser radyoya Kobanê Fm. Herwiha îro herdu gundên Mînas û Elberlûrî yên rojavayê bajar xistin destê xwe. Ev yek di demekê de ye ku li aliyên din jî çekdarên DAIŞê êriş dikin.
Wî jêderî her wiha banga hevkariyê ji civaka navdewletî kir ku bi hewara wan ve biçe û welatiyên sivîl ji êrişên DAIŞê biparêzin. Hevdem daxwaz ji hevpeymaniya navdewletî kir ku operasyonên bêhtir li dijî çekdarên DAIŞê pêk bînin.
Herwiha hat ragihandin ku Piştî kontrolkirina wê deverên ku dikeve rojavayê Kobanî, çekdarên DAIŞê berê xwe dan ser sînorê Tirkiyeyê ku derdora 1000 penaberên Kobanê li wir asê mane û ew penaber li ser sînor dorpêç kirin.




