26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Amerîka: Dibe perwerdekirina şervanên opîzisyona Sûriyê bi salan dirêj bike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Generalekî amerîkî ragihand ku dibe ku pêvajoya perwerdekirina hêzên opîzisyona Sûriyê bi salan dirêj bike.

Generalê amerîkî yê bi navê John Allen di daxuyaniyekê de ragihand ku, “Ligel destnîşankirina cihê rahênanê û danheva şervanên opîzisyonê, perwerdekirina hêzên dijbereya Sûriyê dest pê kiriye.”

John Allen wiha domand: “Lê dibe ku perwerdekirin û amadekirina hêzên opîzisyona Sûriyê bi salan dirêj bike.”

Derbarê rola Îranê di şerê li dijî DAIŞê de jî Allen wiha got: “Em ligel Îranê rê nakevin. Lê Îran rolekê di wî şerî de dibîne û eger ew rol baş be emê piştgiriyê lê bikin.”

Roja 8ê meha borî balafirên şer yên Amerîkayê dest bi operasyonên hewayî li dijî çekdarên DAIŞê li Iraqê kirin û roja 23ê mehê jî li Sûriyê li çeperên DAIŞê dan.
 

Nûçeyên têkildar