26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hêzên Pêşmerge nêzîk mizgîniya serkeftinê didin

Çavkanî: KDP.info

Rebîe-KDP.info- Piştî ku Hêzên pêşmerge êrişî devera Rebîeyê kirin û karîn wî bajerokî bixin destê xwe, îro karîn nexweşxaneya ku çekdarên DAIŞê tê de mabûn, paqij bikin.

Hesen Xelo, Berpirsê navçeya Dîcle ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji KDP.info ragihand: “Hêzên Pêşmerge îro nexweşxaneya nava Rebîeyê jî kontrolkir, ku ev 2 roj bûn qenasên DAIŞê tê de mabûn û xwe veşartibûn.”

Xelo wiha got: Niha nahiyeya Rebîeyê bi temamî hatiye kontrol kirin û ketiye destê Hêzên Pêşmerge.
Berpirsê navçeya Dîcle ya (PDK) di dawiya gotina xwe de wiha got: “Hêzên Pêşmerge li eniya Zumarê bi giranî çeperên DAIŞê didin ber topan û dê di demeke nêzîk de mizgîniya serkestinê bi temamî rabighînin û wê navçeyê bi temamî rizgar bikin.”
 

Nûçeyên têkildar