26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Almanya hevkariyên xwe yên leşkerî û mirovî bo Kurdistanê didomîne

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li wezîrê hemahengiya abûrî û geşe pêdana Almanî kir û di wê hevditinê de tekez kir ku hevkariyên leşkerî û yên insanî ên Almanya û welatên din bûne sedema guhertina hevsengiyên leşkerî di şerê dijî terorîstên DIŞIê de

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya wezîrê hemahengiya abûrî û geşe pêdana Almanî Gerd Muller kir.

Di hevdîtinê de Gerd Muller armanca serdana xwe bo Kurdistanê ji bo Serokwezîrê Nêçîrvan Barzanî şîrove kir û got: “Mebest ji serdana han ji nêz ve hayedar bûn ji rewşa Penaberan li Kurdistanê ye.”

Muller herwiha spasiyên hikûmeta Almanyayê jî gehande xelk û hikûmeta Kurdistanê û berxwedana hêzên pêşmerge jî bi qehremanî û cêyê rêz wesifkir û anî ziman ku Almanya her çend piştir jî hevkariya Kurdistanê di warê leşkerî û însanî de kiriye berdewam dibe li ser wan hevkariyan.

Nav hatî herwiha eşkere kir ku li gel çend jin ku rastî zilma DAIŞê hatine hevdîtin kiriye û vê hewl bidin daku kiriyarên DAIŞê weke komkujî bidin nasîn.

Li hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê spasiya wezîrê Almanî kir û spasiyên hikûmet û xelkê Kurdistanê jî bi rêya wezîrê pêşkêşî hikûmet û xelkê Almanyayê kir û got: “Hevkariyên leşkerî û yên mirovî yên Almanya û welatên din bûne sedema guhertina hevsengiyên leşkerî di şerê dijî terorîstên DAIŞê de û niha însiyatîf di piraniya eniyên şer de di destê Hêzên pêşmerge deye.”

Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa êrîşên terorîstên DAIŞê yên ku pêkhateyên curbicur yên Iraqê kirine amanc kir û got: “Jiber wan êrîşan bêbaweriyek di nava wan pêkhateyan de çê bûye lewre beşeke zêde ji wan pêkhateyan dixwazên warên xwe çûl bikin lewre lazime beriya her tiştekî cê û warên wan werin rizgarkirin û parastin.”

Serokwezîrê Kurdistanê ev yek jî diyar kir ku gelek baş dibe eger konferanseke cîhanî derbarê rewşa awareyan were organîzekirin.

Nûçeyên têkildar