26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Piştî cejnê wezîrên Kurd dê biçin Bexdayê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku, piştî cejnê wezîrên Kurd dê vegerin Bexdayê û tevlî civîna Encumena Wezîran bibin.

Serokwezîrê kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî kir û di wê hevdîtinê de ragihand: “Tişta ku li Iraqê diqewime, rastî hemû Iraqê û tevahiya pêkhatan dibe, lewma dibê em hemû bi hevre kar bikin li dijî terorîstên DAIŞê û hemû nakokiyên navbera xwe de çareser bikin, ji ber ku ne Bexda û ne Hewlêr jî bi tenê dikare rûbirûyê kêşeyan bibin.”
Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku, “Derketina DAIŞê ne pirsekî leşkerî ye, lê belê pirseke siyasî ye û ji encama wan siyasetên şaş yên Iraqê derketiye, ji ber ku ti pêkhateyek li Iraqê naxwaze ev rêxistin li welatê wan hebe.”
Derbarê pêşkêşkirina hevkariyan bo Herêma Kurdistanê di pirsa koçberên Iraqê de, ku ji ber êrişên DAIŞê û ji tirsa teqînan reviyane û berê xwe dane Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wiha got:
“Di pirsa koçberan de, divê Hikûmeta Bexdayê bi awayekî baştir mamele ligel Herêma Kurdistanê bije û cidîtir bê nav vê pirsê û jê fêmbike û erkê ser milê xwe bicîh bîne.”
Serokwezîrê Kurdistanê da zanîn ku, “Kurd tevlî Hikûmeta Heyder Ebadî dibin û piştî cejnê dê wezîrên kurd vegerin bexdayê.”
Nêçîrvan Barzanî wiha domand: “Emê wezîrê xwe bişînin Bexdayê, wek derfetekê bo çareserkirina nakokiyan û piştevaniyek ji hikûmeta nû re, da ku bikaribe nakokiyan bi rêya gotûbêjan û jihevfêmkirinê çareser bikin.”
Nêçîrvan Barzanî di wê hevdîtinê de amaje bi wê yekê kir ku nabe Hikûmeta Iraqê bi lojîka hêzê mamele ligel Herêma Kurdistanê bike.
Serokwezîrê kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wiha got: “Ez amadem e ku serdana Bexdayê bikim, da ku çareseriyek ji nakokiyan re bê dîtin, bi awayekî ku careke din li Iraqê ti kesek nikaribe budceyê Herêma Kurdistanê û mûçeyê fermanberên me bibire.”
 

Nûçeyên têkildar