26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şirketa Gulf Keyston: Hemû karmendên me vegeriyan Herêma Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Şirketa “Gulf Keyston Petroleum” karmendên xwe carek din vegeranidn Herêma Kurdistanê û dest bi berhemanîna petrolê kir.

Piştî girtina Mûsilê ji aliyê rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal, ku bi navê DAIŞê tê naskirin, di 9ê Hezîranê de û dagîrkirina Şingalê di 3 Tebaxa borî de, şirketên petrolê yên biyanî karên xwe ragirtin û karmendên xwe ji kêlgehên petrolê derxistin, ji ber tirsa şer.

“Gulf Keyston Petroleum”, ku yek ji şirketên warê petrolê ye li Herêma Kurdistanê, di daxuyaniyekê de, ku îro 1 Cotmehê hatiye belav kirin ragihand ku, wê karmedên xwe carek din vegerandine ser kar li projeyên şirketa navborî li Herêma Kurdistanê.

Şirketa navborî karê berhemanîn petrolê li kêlgeha Şîkan dike û rojane 40 hezar bermîl petrol berhem tîne.

Ligor daxuyaniya “Gulf Keyston Petroleum”, ew ji sedî 30 ji berhema petrola wê kêlgehê li bazara navxweyî Kurdistanê difroşe.

Herwiha şirketê aşkere kir ku, ji 28ê Tebaxa borî ve wan 220 hezar bermîl petrol firotine û dajatek bi qasî 9 milyon û 400 hezar dolar jê re aniye.

Nûçeyên têkildar