Cebar Yawer: YPG û PKKê di rizgarkirina Rebîeyê de beşdar nebûne

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cebar Yawer ew yek red kir ku hêzên YPG û PKKê ligel Hêzên Pêşmerge di rizgarkirina Rebîeyê de beşdar bûbin.
Di daxuyaniyekê de bo malpera Wutebêj, “îro Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cebar Yawer ragihand ku YPG û PKKê di rizgarkirina Rebîeyê de beşdar nebûne.”
Cebar Yawer tekez kir ku, “Herdu hêzên YPG û PKKê bi ti awayekî di şerê rizgarkirina Rebîe û Zumarê de beşdar nebûne, lewma em bi pêwşst dizanin ku ji her kesî re zelal bikin ku di kontrolkirina Rebîeyê de tenê Hêzên Pêşmerge û Fermandeya Giştî ya Hêzên Parastina Herêmê beşdar bûn.”




