25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Herêma Kudistanê kompaniyên biyanî dest bi karên xwe dikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Rerwşa serbazî û emnîya di van sê mehêd dawiyê de; hizîran, tîrmeh û tebaxê ku, li herêma Kurdistanê serîhildaye kartêkirineke nêgetîv, çi dîrekt yan jî indîrekt kiriye ser kar û çalakiyên kompaniyên biyanî yên ku, li herêma Kurdistanê kardikin, bi tyabetî tesîr kiriye ser sektora neft, firokevanî û bazirganiyê.

Lê piştî gelek deverên di bin destê terorîstên DAIŞ de ji aliyê pêşmergeyê Kurdistanê ve hatine rizgar û kontrolkirin û metrisiya DAIŞ li ser herêma Kurdistanê dûr ket, careke din bizav, kar û çalakiyên kompaniyên biyanî li herêma Kurdistanê dest pê kir ve.

Li gor saziya qeydkirina navê kompaniyên biyanî,  2955 kompaniyên biyanî li herêma Kurdistanê hene ku, 1329 tirkî, 335 îranî, 157 libnanî, 155 îmaratî, 125 birîtaniyayî, 117  amerîkayî û 81 almaniyayî ne û navê hemû kompaniyan di lîsteyê de ye û ji ber wê rewşa li herêma Kurdistanê heye pêş tu kompaniyan navê xwe ji lîsteyê dernexistiye.

Sektora firokevaniyê

Telar Fayîq Salih rêvebira balefirxaneya Hewlêr ya navdewletî di daxuyaniyekê de ji malpera fermiya hikûmeta herêma Kurdistanê re dibêje ku, ji sedema rewşa li herêma Kurdistanê hatiye pêş û digel destpêkirina êrîşên asmaniyên Amerîkayê bo ser bingehên DAIŞê, bi tenê ji bo dema çend heftiyekan çend xetên asîmanî geştên xwe bo Hewlêrê ragirtin û hindekan jî kêm kirin. Vê heftiyê piraniya xetên aîmanî dest bi geştên xwe kir ve, niha ji koma 23 xetên asîmanî bi tenê 5 xetên asîmanî dest bi geştên xwe nekirye ew jî; Îtîhad, Îmarat, Fly Dubai, Air Arebia ku, hemû xetên îmaratî ne û Air Mas ya yonanistanî ye.

Rêvebira balefirgeha Hewlêrê dibêje ku, rêjeya rêvingan di meha gulan, hizîran, tîrmeh û tevaxa îsal de, beramber heman mehan  sala 2013ê 10% zêdekiriye ku, piraniya wan kurdên derveyê welat in.

Wê reşa herêma Kurdistanê li ser balefirgeha Silêmaniyê jî tesîr hebû lê bi rêjeke kêmtir û cuda. Tahir Ebdulqadir rêvebirê balefirgeha Silêmaniyê di daxuyaniyekê de bo malpera hikûmeta herêma Kurdistanê dibêje ku, ji sedema wê rewşa emniya li herêma Kurdistanê hatiye pêş, ji koma 11 xetên asîmanî ku getşên xwe bo balefirgeha Silêmaniyê dikin, bi tenê du xetên asîmanî geştên xwe ragirtin û ew ragrtin jî bi tenê ji bo du-sê rojan bû ew jî Fly Dubai û Rojal Jordanian bûn. Lê kêmbûna seferên asîmanî bo Hewlêrê fişareke mezin li ser balefirgeha Silêmaniyê çê kir.

Kompaniyên neftê

Piraniya wan kompaniyên di warê neftê de çalak in li herêma Kurdistanê careke din dest bi karên xwe kiriye û li gor daxuyaniyeke wezareta samanên xwezayî ya hikûmeta herêma Kurdistanê, kiryarên serbaziyên dijî terorîstên DAIŞê tesîr li ser infrastruktura neft û gazê li herêma Kurdistanê nekiriye, bi tenê ew kompaniyên li neftê digerin û çalakiyên wan nêzîkî bereyên şerin, çalakiyên xwe kêmkirine. Kompaniyên berhemîner di çalakiyên xwe de berdewam in.

Bi giştî piraniya kompaniyên neft û gazê bi awayekî normal dest bi karên xwe kiriye; nêzîkî 70% blokên wa kar dikin û 95% kompaniyên xizmetgozariyên warê neft û gazê dest bi karên xwe kiriye. Li gor daxuyaniya wezareta samanên xwezayî hêzên Asayîşa herêma Kurdistanê çalakiyên neft û gazê diparêz in.

Peywendî digel Bexdayê

Ji bilî rewşa emnî ya vê dawiyê li herêma Kurdistanê hatiye pêş, pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê, bi taybetî birîna budce û miaşê karmendan, tesîreke nêgetîv li ser rewşa êkonomî bi giştî hebû.

Barzan Salih Mistefa rêvebirê têkeliyan digel hikûmet û endamê desteya rêvebiriya komapniya FFSteal ya tirkî di daxuyaniyekê de ji malpera hikûmeta herêma Kurdistanê re got ku, birîna budceyê ji aliyê Bexdayê ve û pirsgirêkên hikûmeta Bexdayê digel herêma Kurdistanê tesîra wan ji metirsiya DAÎŞ bo ser çalakiyên kompaniyan zêdetir bû.

Barzan Salih dibêje ku, kompaniya wî ku, di warê hêsin û pola de kar dike, di dema bûyeran de û rewşa li herêma Kurdistanê hatiye pêş  rojekê bi tenê  ji karê xwe rawesta û paşî bi awayekî normal dest bikarên xwe kir ve.

Ziyad Hesen serokê bankaya BBAC ya libnanî, liqa Hewlêrê, dibêje ku, tevî rewşa emniya herêma Kurdistanê, lê wan bankaya xwe nedaxist, karmendên wan ji Kurdistanê derneketin  û li ser karên xwe berdewam bûn.
 

Nûçeyên têkildar