Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî xwendevanên Rojavayê Kurdistanê kir

Kelek-KDP.info- Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pêdiviyên xwendinê li ser 9 hezar xwendevanên Rojavayê Kurdistanê belav kir.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand: “Bi mebesta berdewambûna zarokên panaberên Rojavayê Kurdistanê li ser xwendina wan, me dest bi belavkirina pêdviyên xwendinê li ser 9 hezar xwendevanên penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li kampan kir.”
Dezgehê di daxuyaniya xwe de, da zanîn ku, “Îro me pêdivî li ser 100 xwendevanên Rojavayên li nahiyeya Kelekê belavkirin.”
Dezgehê wiha domand: “Li kampên Basirme, Beherke, Dareşekran û Giwêlanê me pêdiviyên xwendinê li ser 3650 xwendevanên Rojava belavkirin.”
Herwiha di daxuyaniyêde de hatiye ku dezgehê li kampa Akrê û Domîzê jî hevkariya xwendevanên pernaberên Rojava kiriye û li bajarê Raniye jî pêdiviyên xwendinê li ser 1000 xwendevanên Rojava belav kirine.




