26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

ENKS hêzeke leşkerî li Kobanê pêkanî

Çavkanî: KDP.info

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Şaxê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê hêzek leşkerî pêkanî bo rûbirûbûna çekdarên DAIŞê û bergîrîkirin li Kobanê.

Şaxê ENKS di daxuyaniyekê de ku îro 30 Îlonê hatiye belav kirin ragihand ku, bi mebesta rûbirûbûna terorîstîn DAIŞê û azadkirina Kobanê û gundewarên wê, em pêkanîna hêzek leşkerî radighînin.

Li gor ku di daxuyaniyê de hatiye, dê ew hêza leşkerî ya ENKS mil bi mil ligel hêzên leşkerî yên mixalefeta Sûriyê ya Lîberal şerê DAIŞ û rejîmê bike.

Şaxê ENKS li Kobanê daxwaz kir jî ku, rêkeftina Hewlêrê ya di navbera ENKS û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) de hatibû îmze kirin, bê aktîvkirin û hemû komîteyên wê dest bi çalakiyên xwe bikin.

Nûçeyên têkildar