25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Wezareta Pêşmerge: Me pilana rizgarkirina hemû navçeyên Kurdistanê heye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku, pilana Hêzên Pêşmerge bo rizgarkirina tevahiya navçeyên Kurdistanê yên ku di destê DAIŞê de mane û ji bo vê yekê jî ew di rewşa amadebaşiyê de ne.

Helgurd Hikmet Rêvebirê ragihandin û hoşyarî û rewşenbîrî ya wezareta pêşmerge a Kurdistanê ji KDP.info re ragihandiye ku: “Hêzên Pêşmerge îro li eniya Rebîeyê derbeyên mezin li DAIŞê dan û ziyanekî mezin gihandin wan terorîstan û hejmarek mezin ji wan kuştin.”

Helgurd Hikmet tekez kir ku, “Heta niha şer berdewam e û Hêzên Pêşmerge pêşrewiyê dikin.”

Rêvebirê ragihandin û hoşyarî û rewşenbîrî ya wezareta pêşmerge a Kurdistanê ragihand ku, “Pilana Hêzên Pêşmerge bo rizgarkirina tevahiya navçeyên Kurdistanê yên ku di destê DAIŞê de mane û ji bo vê yekê jî ew di rewşa amadebaşiyê de ne.”

Hikmet di dawiya gotina xwe de wiha got: “Di çend rojên borî de çekên giran û teqemenî bi ser eniyên şer de hatin belav kirin.”
 

Nûçeyên têkildar