26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Qasim Simêr: Çekdarên DAIŞê ji tirsa Hêzên Pêşmerge ji Şingalê paş vedikşin

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Moralê çekdarên DAIŞê hatiye şikestin û ji vê sibehê de ji tirsa êrişên Hêzên Pêşmerge li ser Şingalê, direvin navçeya Beac û deverên din yên Mûsilê.

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li ser çiyayê Şingalê Qasim Simêr  ji KDP.info re ragihand: “Çend weletiyekî nava Şingalê ji mere gotin ku ji tirsa bombebarankirina Şingalê ji aliyê balafirên şer, çekdarênh DAIŞê nahêle xelk ji derdora wan derkevin da ku balafir wan jî bi xelkê re bombebaran nekin.”

Qasim Simêr wiha got: “Moralê DAIŞê li wan navçeyan hatiye şikestin û baş dizanin ku dawiya wan hatiye, lewma ji vê sibehê çekdarên wan ji tirsa Hêzên Pêşmerge direvin û berê xwe didin navçeya Beac û deverên din yên Mûsilê.”

Simêr di dawiya gotina xwe de wiha got: “Ew çekdar nama karin berevaniyê li xwe bikin û ji ber Hêzên Pêşmerge direvin.”

Nûçeyên têkildar