Helebce bû paytexta aştiyê ya Kurdistan û Iraqê

Hewlêr-KDP.info- Parlementoya Kurdistanê Helebce weke Paytexta aştî pesend kir.
Parlamenterê Kurdistanê li ser fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê Merdan Zêbarî ji KDP.info re ragihand:” Îro Parlementoya Kurdistanê bo giftûgo kirin li ser du projeyên qebûl kirina Helebce weke Paytexta aştî ya Kurdistan û Îraqê û herwiha projeya destûra navxweyî ya Parlementoyê civiya.”
Zêbarî wiha got: “Di civîna han de rojeva serrast kirin û guhertina destûra naxweyî ya Parlementoyê bo demeke din hate paşxistin.”
Wî parlamanterê PDKê di dawiya gotina xwe de wiha got: “Her di civîna îro de Parlemen bi piraniya dengan Helebce weke Paytexta aştiyê ya Kurdistan û Iraqê pesend kir.”




