Ti nakokiyeke taybet bi petrolê navbera Kurdistan û Tirkiyeyê de nîne

Hewlêr-KDP.info- Peyvdarê hikûmeta Kurdistanê dibêje di warê petrol û enerjî de di navbera Tirkiye û Kurdistanê de ti kêşeyek tuneye.
Peyvdarê hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî di çarçoveya serdana xwe ya bo Tirkiyeyê a bo beşdarî kirin di forma abûriya cîhanî de eşkere kir ku Kurdistan di warê şerê dijî teror û DIŞIê de li benda hevkariyên zêdetir ji Tirkiyeyê ye.
Dizeyî ji K.TV re herwiha eşkere kir ku tê payîn di warê şerê dijî terorîstên DIŞIê de Tirkiye zêdetir çalak bibe.
Dizeyî di beşeke din ji daxuyaniya xwe yaku ji Peyamnêrê Kurdistantvê re dabû eşkere kir ku di warê petro û enerjî de ti kêşeyek di navbera Kurdistan û Tirkiyeyê de tuneye û her du alî li ser peymanên ku di warê petrol û enerjî de îmze kirine biîsrarin.




