Nivîsingeha Nêçîrvan Barzanî alîkariyên mirovî bi ser xelkên Kobanê belav kir

Sirûç-KDP.info- Nivîsingeha Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî alîkarî gehandin destê 6 hezar malbatên penaberên Kobanê û derdora wê ku li Bakûrê Kurdistanê ne.
Cewad Siyamend, endamê şanda nivîsingeha Serokwezîrê Kurdistanê ji KDP.info re ragihand: “Heta niha me alîkariya 6 hezar malbatên penaberên Kobanê yên li Bakurê Kurdistanê kirine, ku ji 20 kamyon xwarin û kel û pel pêk hatine.”
Siyamend wiha jî got: “Me tîmek ji diktor û karmendên tendirustî yên Rojavayê Kurdistanê pêkaniye û me derman û pêdiviyên pizişkî dane wan penaberan û niha ew tîm di nava penaberan de digerin û xizmeta penaberan dikin.”
Herwiha got: “Heta ku pêwîst be emê berdewam bin li ser pêşkêşkirina hevkariyan ji penaberan re.”
Endamê şanda nivîsingeha Serokwezîrê Kurdistanê tekez kir ku, “Me hewl da ku bi bê cudahî hevkariya hemû penaberên Rojavayê dikin. Niha me çendîn komîteyên bi hewarçûnê avakirine bo gihandina hevkariyan û niha em mijûlî karê mirovî ne.”
Cewad Siyamend tekez kir ku tevî aloziya darayî ya Herêma Kurdistanê, “Lê dîsa Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pir bi cidî nêzîkî rewşa Kobanê ye û em erikdar kirine ku hemû hevkariyên pêwîst pêşkêşî xelk û penaberên Kobanê bikin, lewma tişta ku ji destê Herêma Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bê, wê ji bo xelkê Kobanê bike.”
Di dawiya gotina xwe de, Cewad Siyamend wiha got: “Emê li ser pêşkêşkirina hevkariyan bo xelkên Rojavayê Kurdistanê berdewam bin û dê wan alîkariyan berfireh jî bikin.”




