Piştî azadkirina Rebîe pêşmerge ber bi Muşerfs dicing

Rebîe-KDP.info- Fermandarê Lîwaa 8 a Hêzên Pêşmerge li Rebîeyê dijêje ku, Hêzên Pêşmerge derbeyeke mezin li DAIŞê dan û niha Rebîe bi temamî hatiye kontrol kirin û bo rizgarkirina Muşêrfa pêşmerge di pêşrewiyê de ne.
Haşim Sîteyî, Fermandarê Lîwaa 8 a Hêzên Pêşmerge li Rebîeyê ji KDP.info re ragihamd: “Di operasyona îro li dijî çekdarên DAIŞê li devera Rebîeyê, Hêzên Pêşmerge hejmarek mezin ji wan çekdar kuştin û me çek û hemerek jî bi dest xistin.”
Sîteyî wiha jî got: “Şer berdewame û Hêzên Pêşmerge ber bi gundê Muşirefa pêşrewiyê dike.”




