26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Wezareta Pêşmerge: Bo kêmkirina metirsiyê li ser Kobanê me êriş kir

Çavkanî: KDP.info

Rebîe-KDP.info- Wezareta pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku armanca êrişên pêşmerge bo kêmkirina fişara çekdarên DAIŞ li Ser Kobanê hatiye destpê kirin û her weha bo azadkirina navçeyên li jêr destê DAIŞ`ê ye.

Rêvebirê ragihandin û hoşyarî û rewşenbîrî ya wezareta pêşmerge a Kurdistanê ji KDP.info re ragihandiye ku: “Îro danê sibehê hêzên pêşmergeyên Kurdistanê li Zumar û Rebîa dest bi êrişeke berfereh ya bejayî bo ser bereyên DAIŞ hatiye kirin û 30 xalên jêr destê DAIŞê hatine kontrol kirin.”

Helgurd Hîkmet ragihand: “Her du gundên Mehmudiyê û Sediyê ku dikevin bakûrê Zumarê ji aliyê hêzên pêşmerge ve hatiye kontrol kirinê û niha em berbi bajaroka Rebîa ve diçin.”

Berpirsê pêşmerge got: “Armanca êrişên Pêşmerge bo kêmkirina fişara çekdarên DAIŞ li ser Kobanê ye û her weha bo wergirtina wan navçeyên li jêr destê DAIŞ de ne.”

Nûçeyên têkildar