Serokê Ferase: em dê bi fermî hukûmeta berdemîya Sûrîya binasin

Serokê komara Feranse ragihand, ku heger hukûmeteka berdemî li Sûrîya hat pêkanîn wê demê em amadene bi lez vê hukûmetê bi fermî dan pê bidin.
Franswa Holland serokê komara Feranse di kombûnekê de digel dîplomatkarên welatê xwe, daqxwaz ji opozisîyona Sûrîya kir ku bi lez hukûmeteka ji tevahîya alîyan pêk bihênin.
Ji alîyekî din ve li gorê ajansa AFP, hoşdar daye rejîma Beas a Sûrîya, ku heger çekên Kîmîyawî bi kar anî, dê civaka nav dewletî bi rêya serbazî li hember wî derkevin.




