26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Sibe dê Encumena Wezîran mijara bûdceya Kurdistanê gotûbêj bike

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Birîkarê berê yê Wezareta darayî ya Hikûmeta Iraqê ragihand ku, hîna ti biryarek nehatiye dan bo şandina beşê Herêma Kurdistanê ji bûdceya Iraqê, lê sibe dê Encumena Wezîran bicive û vê mijarê gotûbêj bike.

Fazil Nebî, Birîkarê berê yê Wezareta darayî ya Hikûmeta Iraqê ragihand: “Hîna ti biryarek nehatiye dan bo şandina beşê Herêma Kurdistanê ji bûdceya Iraqê, lê sibe dê Encumena Wezîran bicive û vê mijarê gotûbêj bike, hîna ne diyar nîne ku dê biryar çawa be û bi çi awayekî bûdceyê Kurdistanê bê şandin.”

Fazil Nebî wiha got: “Ew gotinên ku dibêjin dê beriya Cejna Qurbanê mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê bê şandin, ne rastin û îro ez bi xwe ligel Wezaretê axivîm û ti biryareke wisa nîne.”

Birîkarê berê yê Wezareta darayî ya Hikûmeta Iraqê di dawiya gotina xwe de wiha got: “Ti pêwendiya Wezareta Darayî bi şandina bûdce nîne, ji ber ku pêwîst e Encumena Wezîran biryarê li ser bide.”

Nûçeyên têkildar