26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hikûmeta Tirkiyeyê projeya lêdana DAIŞê li Sûriyê dibe parlamentoyê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-  Li Kobanê şerê navbera YPGê û DAIŞê bi awayeke dijwar sê aliyan berdewam dike û Piştî ku îro danê paş nîvro cara sêyem di heftiyekê de guleyên hawanê li nava axa Tirkiyê ketin, artêşa Tirkiyê hejmarek mezin ji tangan aniye ser sînorê li gel Rojavayê Kurdistanê.

Tevî ku balafirên şer yên Amerîkayê li nêzîkî Kobanê çeperên DAIŞê bombebaran kirin, lê hîna ew rêxistin li wir pirçeke û êrişî hêzên Kurdî li wê herêmê dike û ji bajarê Kobanê nêzîk dibin û her ku diçe tirsa kontrolkirina Kobanê bêhtir dibe.

Ji aliyekî din ve, Hikûmeta Tirkiyeyê dê sibe piroje biryarekê ji parlamentoya welatê xwe re pêşkêşke ku wek rêdana bikaranîna artêşê ye li nava axa Sûriyê, da ku bikeve nava hevpeymaniya navdewletî bojinavbirina DAIŞê.

Li gorî agahiyên ajansa DW ya almanî, dê ew biryar rê bide artêşa asmanî ya Tirkiyeyê li Qendîlê li gerîlayên PKKê bidin. Herwiha dê rê bide artêşê ku nava axa Sûriyê li DAIŞê bidin.

Li gorî agahiyên Royterzê, ji ber ku îro danê paş nîvro guleyek hawanê li nava axa Tirkiyê ku rojnamevan û hêzên asayîşê lêbûn ketiye, artêşa Tirkiyê rewşa awarte ragihandiye û 15 tang û otobêlên serbazî li ser sînorê welatê xwe beramber bi sînorê Rojavayê Kurdistanê bi cî kiriye.
 

Nûçeyên têkildar