26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Kurd rê nedane hêzên Beşar El-Esed biçin nav bajêrê Amûde

Çavkanî: KDP.info

Hêzên rejîma Beşar El-Esed xwe amade dikirin da ku êrişa bajêrê Amûde bikin û ji nûve kontrola evî bajêrî bikin, lê belê Desteya Bilinda Kurdî rê nedane ev hêzên han biçine nava vî bajêrî.

Li gorî wan zanîyarîyên li bajêrê Amûde hatine belavkirin, ku hêzên rejîma Beşar El-Esed xwe ji bo çûna nav evî bajêrî amade kiribûn, lê belê ew hêzên ku bi ser desteya bilinda kurdî, hemû ew rêyên ku diçine nav bajêrê Amûde girtin û rê bi hêzên rejîma Sûrîya nedan da ku biçin nav evî bajêrî û ev buyera han bi bê ti şerrekî hat encam dan.

Nûçeyên têkildar