Cêgira alîkarê wezîra derveya Emrîka serdana fermangeha peywendî yên derve kir
Di çarçoveya serdana xwe de, bo Iraq û herêma kurdistanê,Xatun Barbara Lîf cêgira alîkarê wezîra derveya Emarîka , serdana fermangeha peywendî yên derveya H.H.K kir û ji alî yê Felah Mistefa berpirsê peywendî yên derve hat pêşwazî kirin.
Di dîdarekê de basê qûnaxeke din ya peywendî yên dinêvbera Herêma kurdistanê û Emrîka yê kir, bi taybet piştî vekişandina hêzên Emrîka ji Iraqê, hevdem basê rewşa îroya Herêma kurdistanê û Iraqê û navçeyê jî kir. Felah Mistefa basê hemahengî û xûrtkirina peywendî yên navbera herdu alî ya kir û rola kûnsilgerî ya Emrîka li Herêmê bilind nirxand , jibo wa bizavên berdewam di warê pêşxistina peywendî ya de digel herêma kurdistanê di tev bîyavan de dide.
Berpirsê peywendî yên derve tekez li ser sîyaseta vekirî ya H.H.K kir li hemberî Cîhanê û handa kerta taybet û geşedana jêrxana aburîya Herêmê û pêş kêş kirina xizmet karîya, div ê barê de hîvî xwestin Kompanî yên Emrîka mifa ji vê derfetê wergirin ku H.H.K div ê qûnxê de pêwîstî pêheye.
Cêgira alîkarê wezîra derveya Emrîka ji bal xwe ve got: Emrîka di xaze peywendî yên xwe digel H.H.K ê û Iraqê xûrt bike û kompanî û veberhênera û zanîngehên Emrîka jî hen didîn mifa ji van derfeta wergirin, hevdem sipasî ya fermangeha peywendî yên derve jî kir jibo wê hevkarî ya pêş kêşî Kûnsilgerya giştî ya Emrîka li herêmê dike.
Tê gotin ku birêz Elîkis Laskarîs Kûnsilê giştî yê Emrîka li Herêmê û Şanda pêre di dîdarê de amadebun.




