Artêşa Tirkiyeyê tang li nêzîkî Kobanê bicîh kirine

Hewlêr-KDP.info- Piştî ku îro danê paş nîvro cara sêyem di heftiyekê de guleyên hawanê li nava axa Tirkiyê ketin, artêşa Tirkiyê hejmarek zor ji tangan aniye ser sînorê li gel Rojavayê Kurdistanê.
Li gorî agahiyên Royterzê, ji ber ku îro danê paş nîvro guleyek hawanê li nava axa Tirkiyê ku rojnamevan û hêzên asayîşê lêbûn ketiye, artêşa Tirkiyê rewşa awarte ragihandiye û hejmarek zor ji tangan û otobêlên serbazî li ser sînorê welatê xwe beramber bi sînorê Rojavayê Kurdistanê bi cî kiriye.




