26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Balafiran şer li başûrê Kerkûkê çeperên DAIŞê bombebaran kirin

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Balafirên şer yên hevpeymaniya navdewletî çeperên DAIŞê li başûrê parêzgeha Kerkûkê bombebaran kirin.

Li gorî televîzyona Al Arabiya, îro balafirên şer yên hevpeymaniya navdewletî çeperên DAIŞê li başûrê Kerkûkê dan ber bombeyan û di encam de gellek ziyanên canî û madî gihîştin çekdarên DAIŞê.

Herwiha şevê din jî balafiran çeperên DAIŞê li gundên Wehde, Ezîza û Tilrabê yên nahiyeya Daqûqê li başûrê Kerkûkê bombebaran kirin.

Li gor wê çavkaniyê, di encama wan operasyonan de hejmarek mezin ji çekdarên DAIŞê hatin kuştin û hinek jî birîndar bûn. Herwiha gellek çeper û otombîlên wan çekdaran hatine têkbirin.

Tê zanîn ku çekdarên DAIŞê destê xwe danîne ser gellek navçeyên başûrê Kerkûkê ku piraniya cihnişînên wan ereb in.
 

Nûçeyên têkildar