26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û Dawudoglo daxwaza pêşvebirina têkeliyên aborî, bazirganî û siyasî kirin

Çavkanî: KDP.info

Stenbol-KDP.info- Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Dawudoglo civiya û di wê hevdîtinê de tekez li ser xwesteke herdu welatan ji bo pêşdebirina têkeliyên aborî, bazirganî û siyasî û berdewamiya hevkarî û hevahengiya di warê enerjî û çavkaniyên xwezayî de di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê hat kirin.

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê herêma Kurdistanê û şandeya pê re, îro 20ê îlona 2014ê li bajarê Stenbolê, ligel Ehmed Dawudoglo Serowkezîrê Tirkiyeyê civiyan.

Rewş û pêşhatên siyasî û leşkerî li Iraq û herêma Kurdistanê, pirsa pêkanîn û beşdarîkirina herêma Kurdistanê di kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê de,  rewşa herêmî û Rojhilata Navîn, şer û rûbirûbûna pêşmerge li dijî terorîstên DAIŞ,  giringiya avabûna hevpeymaniya navdewletî ji bo lêdan û jinavbirina terorîstan û piştgiriya cîhanê bo pêşmerge di şerê dijî terorê de bi giştî di civînê de hatin nirxandin.

Rewşa mirovî a penaber û koçberan li herêma Kurdistanê û dihewarçûn û hewandina wê hijmara zêdeya koçberan ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistanê û civaka navdewletî ve mijarên din yên civînê bûn û di vê çarçoveyê de Nêçîrvan Barzanî  tekez li wê yekê kir ku, divê Iraq û civaka navdewletî zêdetir alîkarî û hevakriya penaber û koçberên li herêma Kurdistanê hene bikin. Tevî ji bo wan alîkariyên miroviyên pêşkeşkirine, Serokwezîr Kurdistanê sipasiya Tirkiyeyê kir lê careke din got ku, herêma Kurdistanê pêşbîniya alîkariyên zêdetir ji bo koçberan ji Tirkiyeyê dike.

Her du serokwezîran têkeliyên navbera Hewlêr û Enqereyê gotûbêj kirin û tekêd li ser xwesteke her du welatan ji bo pêşdebirina têkeliyên aborî, bazirganî û siyasî û berdewamiya hevkarî û hevahengiya di warê enerjî  û çavkaniyên xwezayî de di navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê kir.

Şandeya digel serokwezîrê Kurdistanê ji; Qubad Talebanî cîgirê serowkezî, Aşitî Hewramî wezîrê samanên xwezayî, Rêbaz Hemelan wezîrê darayî û aborî, Elî Sindî wezîrê pilandananê, Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve û Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmetê pêkhatibû û beşdarî di gelek semînar û panalên cihê de yên roja duyeme ji Korbenda Aborî ya cîhanî  kir.

Weke tê zanîn, Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê herêma Kurdistanê, duhî roja yekşemiyê 29ê Îlona 2014ê, li ser  vexwendina fermiya Serokwezîrê Tirkiyeyê û serokê Korbenda Aboriya Cîhanî û ji bo beşdarîkirinê di kar û çalakiyên wê korbenda aboriya cîhanî de serdana Tirkiyeyê kir û li Stenbolê digel Receb Teyb Erdogan serokomarê Tirkiyeyê û Kilaws Şiwab serokê Korbenda Aboriya cîhanî civiya.
 

Nûçeyên têkildar