26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Ev 2 roj in DAIŞ bajarê Kobanê topbaran dike

Çavkanî: KDP.info

Kobanê-KDP.info- Çalakvanekî civaka medenî ji bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ragihand ku, ev 2 rojin çekdarên DAIŞê nava bajarê Kobanê topbaran dikin û tenê 10 km jib ajar dûrin.

Rojnamevan û çalakvanê civaka medenî Rezwan bêzar ji Kobanê ji KDP.info re ragihand: “Şer di navbera hêzên YPGê û çekdarên DAIŞê de berdewam e.”

Wî çalakvanî tekez kir ku, “Çekdarên DAIŞê bi topan li bajarê Kobanê dixin û îro nîvroyê  10 guleyên topê avêtine nav bajêr. Heta niha ti ziyanên canî nînin, lê xelkê wan taxan koçber dibin.”

Rezwan bêzar wiha got: “Duh jî çekdarên DAIŞê nava Kobanê topbaran kirin û welatiyek şehîd bû û 8 din jî birîndar bûn.”

Wî çalakvanî di dawiya axavtina xwe de wiha got: “Pêşwîstiya Hêza YPGê bi çekan heye, ji ber ku ew çekên ku di destê DAIŞê de ne, giran in û çekên kurdan jî tenê yên sivikin.”
 

Nûçeyên têkildar