26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Erefat Kerem: PDK, Goran, Yekgirtû û Komele ji helwestên parlamanterên YNKê li Bexdayê dilgiranin

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info-  Parlamanterê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Erefat Kerem dibêje, Kurd li Bexdayê ne yekdendin û daxuyanî û helwestên hinek ji parlamanterên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê YNKê li Bexdayê yekdengî û yekhelwêsta Kurdî li Bexdayê têk dane.

Erefat Kerem Parlamanterê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji KDP.info re ragihand: “Heta niha Kurd li Bexdayê ne yek deng û yek helwestin, ji ber ku di dema her pirsekê de parlamanterên YNKê ne ligel me ne û di hilbijartinan de ne wek me deng didin, ev yek jî pêgeha kurdan li Bexdayê qelis û bêhêz dike.”

Kerem wiha domand: “Daxuyaniyên hinek ji parlamanterên YNKê berevajî yekhelwesta kurda ne li Bexdayê, wek mînak parlamanterekî wan dibêje pêwîst e petrola Kurdistanê bi rêya Bexdayê bê firotin, ku ti cudahî di navbera wî û Nûrî Malikî de nîne, lewma helwestên wisa me pir dilgiran dikin, ne tenê me, lê belê Fraksiyona Goran, Yekgirtû û Komeleya Îslamî jî dilgiran kirine, ji ber ku bûne sedema têkdana yekdengiya kurdan li Bexdayê.”
 

Nûçeyên têkildar